Dengbêj Xidir Xoşnaw bi Koronayê koça dawiyê kir
Dengbêjê Hewlêrê Xidir Xoşnaw îro bi vîrûsa Koronayê koça dawiyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dengbêjê Hewlêrê Xidir Xoşnaw îro bi vîrûsa Koronayê koça dawiyê kir.
Dengbêj Xidir Xoşnaw ji ber pêketina bi Koronayê û têkçûna rewşa wî ya tendirustî, li neşweşxaneyê di bin çavdêriya hûrbînî de bû.
Xidir Xoşnaw yek ji dengbêjekî gelêrî ê bajarê Hewlêrê bû û çend sal in di riya hunerê re xizmet kiriye.
Dengbêj Xidir Xoşnaw ji sala 1978an ve dest bi hunerê kiriye û di destpêka salên heştê yên sedsala bûrî de yekem strana xwe li telefizyona Kerkûkê tomar kiriye. Xidir Xoşnaw xwedî çendîn berhemên hunerî ye.
S. B