Li Duhokê şeş rêveberên giştî têne guhertin
Encûmena Parêzgeha Duhokê îro deng li ser guhertina şeş rêveberên giştî dide.
K24 – Duhok
Encûmena Parêzgeha Duhokê îro deng li ser guhertina şeş rêveberên giştî dide.
Ew şeş meqam ku para Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, endamên Fraksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Duhokê guhertina wan rêveberan, weke beşek ji projeya reformê bi nav dikin.
Hişyar Ferîq, Serokê Fraksiyona PDKê yê li Encûmena Parêzgeha Duhokê ji Kurdistan24ê re ragihand; berî niha PDKê biryar dabû ku guhertinan li meqamên rêveberiyê bike û pênc rêveberên giştî li Duhokê hatin guhertin. Lê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, ewên din paş ketin. Loma niha şeş rêveberên din ên giştî li sînorê parêzgeha Duhokê têne guhertin û li Encûmena Parêzgehê deng li ser guhertinan tê dayîn.
Ferîq herwiha eşkere kir ku PDK van guhertinan weke reformên îdarî encam dide, her rêveberê ku çar sal li meqamê xwe ye, tê guhertin, da ku ji bo xelkê xizmetên zêdetir werin kirin.
Î.A