Supaya Pasdaran: Li Tengava Hurmizê agir bi du keştiyên petrolê ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê ragihand, du keştiyên veguhastina petrolê xwestine bi awayekî "neyasayî" di Tengava Hurmizê re derbas bibin, lê li mînên deryayî ketine û teqiyane.
Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran îro 10ê Mijdarê di daxuyaniyekê de diyar kir, yek ji wan keştiyan hewl daye bi hevahengî û piştgiriya firokeyên şer ên artêşa Amerîkayê di wê rêrewa "neyasayî" re derbas bibe.
Li gorî heman daxuyaniyê, keştiya duyem jî rastî rûdaneke teqînê hatiye û şewateke mezin di keştiyê de derketiye. Supaya Pasdaran her wiha daye zanîn ku her du keştiyan hemû sîstemên xwe yên keştîvaniyê (radar û sîstemên şopandinê) vemirandibûn, da ku bi nihênî derbas bibin, û di dema niha de li hember peravên başûr dişewitin.
Hêza Deryayî ya Pasdaran careke din hişyarî da û ragihand: "Ew rêrewa bêdestûr ne ewle ye" û tekez kir ku her keştiyeke hevkariyê ligel artêşa Amerîkayê bike, dê heman çarenivîs li benda wê be.
Ev daxuyanî di demekê de ye, duh jî Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran ragihandibû ku wan sîstemên keştîvaniyê yên "dijmin" li rêrewa başûrê Tengava Hurmizê têk birine.