Li gundekî Kerkûkê artêşa Iraqê gule li welatiyekî Kurd reşandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Yawarli yê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, hêzên ser bi artêşa Iraqê ve bi ser mala welatiyekî Kurd de girtin û gule li wî reşandin; di encamê de ew welatî birîndar bû.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê da zanîn, îro 10ê Mijdarê leşkerên artêşa Iraqê li gundê Yawarli bi ser mala welatiyekî Kurd de girtine û rasterast gule li wî reşandine.
Welatiyê birîndar derbarê bûyerê de got: "Hêzên artêşê çar gule berdan min; du ji wan li milê min ketin û ez birîndar bûm."
Ev reftara hêzên artêşa Iraqê bûye sedema nîgeranî û nerazîbûneke tund a xelkê gund û rêniştvanên navçeyê.
Welatiyên herêmê daxwazê ji aliyên pêwendîdar û fermî dikin ku demildest lêkolîneke cidî li ser vê binpêkirinê bikin, rêkarên yasayî li hemberî berpirsan wergirin û sînorekî ji bo van kiryar û zextên berdewam ên li ser xelkê Kurd yê deverê deynin.