Artêşa Tirkiyê li Diyarbekir, Çewlîg û Mûşê dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirkiyê bi beşdariya zêdetir ji hezar serbazî, dest bi operasyoneke berfireh li dijî PKKê li Diyarbekir, Mûş û Çewlîgê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê bi beşdariya zêdetir ji hezar serbazî, dest bi operasyoneke berfireh li dijî PKKê li Diyarbekir, Mûş û Çewlîgê ragihand.
Wezareta Navxwe ye Tirkiyê ragihand, li Diyabekir, Mûş û Çewlîgê bi beşdariya 1022 serbazan ve 'Operasyona Yilldirim-9 Operasyona Yilldirim-9 Zozana Şênê' hat destpêkirin.
Di operasyonê de 1022 serbazên ji Fermandariyên Cendirmeyên Parêzgehên Mûş û Çewlîgê û Diyarbekirê yên Tevgera Taybet a Cendirmeyê JOH, Tengera Taybet a Ewlekariyê POH û gundparêz beşdar in.
Di çarçoveya operasyonên Yildirim (1-2-3-4-5-6-7-8) de heta niha 38 endamên PKKê hatin bêbandorkirin, 22 alîgir hatin girtin, 80 şikeft, stargeh û depo hatin jinavbirin, gelek alavên jiyanê û her wiha çek û teqemenî hatin bidestxistin.
Ji zêdetirî salekê ve ye, artêşa Tirkiyê operasyonên berfireh li dijî PKKê li navxwe û derveyî sînor dane destpêkirin û ev operasyona niha jî, dibe qonaxa nehemîn a li dijî PKKê.
Artêşa Tirkiyê ji nîvê meha Hezîrana bûrî ve li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest bi operasyonekê kiriye û berî wê jî bi firokeyên F-16 baregehên PKKê li Şingalê bombebaran kirin.
S. B