Li rojavayê Kurdistanê 15 kes bi koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 15 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî baş bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 15 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî baş bûne.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 15 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 4 kes li Tirbespiyê, 3 kes li Dêrikê , 3 kes li Hesekê, 2 kes li Dêrezorê, kesek li Dirbêsiyê, kesek li Girkê Legê û kesek jî li Kobaniyê ye.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 12 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 624 kesan, ji wan 158 kes baş bûne û 40 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Î.A