Duyem karwanê koçberan gihîşte Hewlêrê

Îro 26ê Mijdarê di demjimêr 02:00ê de, 176 koçber ji Mînska paytexta Belarusê vegeriyan Hewlêrê û vê sibê jî 430 koçberên din gihîştin Herêma Kurdistanê.
Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê
Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê

Hewlêr (K24) – Îro 26ê Mijdarê di demjimêr 02:00ê de, 176 koçber ji Mînska paytexta Belarusê vegeriyan Hewlêrê û vê sibê jî 430 koçberên din gihîştin Herêma Kurdistanê.

Nûçegihanê K24ê li Hewlêrê ragihand; şeva borî 176 koçber ji Belarusê gihîştibûn Herêma Kurdistanê û herwiha eşkere kir ku zêdetirî 700 koçber navên xwe ji bo vegerê nivîsandine.

Herwiha eşkere kir ku bi sedan koçberên neyasayî bi daxwaza xwe vedigerin Herêma Kurdistanê û vê sibê 430 koçber vegeriyan Hewlêrê.

Koçberek ku xelkê Ranya ye, tevî spasiya bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand; tiştê ku li ser wekhevî û mafên mirovan têne gotin hemû derew in û gelek êşkence li koçberan dikin.

Herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku alîkariya vegera wan koçberan bike û got: “Nahêlin koçber ji sînorê navbera Belarus û Polandayê vegerin Mînska paytexta Belarusê.”

Koçberê ku vegeriya eşkere kir; hewaya wê derê gelek sar e û polîsê Belarusê êşkence li koçberan dikin.

Koçberekî din jî ji K24ê re ragihand: “Ez hêvî dikim kes nekeve destê derewên qaçaxçiyan û bawer nekin.”