Macron: Divê Ewropa helwesteke tund li dijî Tirkiyê nîşan bide
Serokê Fransayê radighîne, divê Ewropa helwestek tund û zelal li dijî kiryarên Tirkiyê nîşan bide.
K24: Navenda Nûçeyan – Serokê Fransayê radighîne, divê Ewropa helwestek tund û zelal li dijî kiryarên Tirkiyê nîşan bide.
Serokê Fransa Emmanuel Macron, beriya lûtkeya Başûrê Ewrûpa ragihand, divê welatên Ewrûpa helwestek tund û zelal li dijî Tirkiyê bidin nîşandan.
Herweha Macron got, hewl didin helwestek hevgirtî ya Ewropa li dijî Tirkiyê hebe û Frensa di pirsgirêka rojhilatê deryaya Naverast de piştevaniya Yunanê dike.
Da zanîn jî, pirsa pêwendiyên Tirkiyê û Ewropa tewerê sereke yê civîna Yekîtiya Ewrûpa di 24-25 vê mehê de ye.
Axaftinên Macron di demekê de ye, îro li ser asta serbazî Yunan û Tirkiye li baregahê NATOyê dicivin.
Pêr jî Wezîrê Derve yê Fransayê da xuyakirirn, rojeva civîna Konseya Ewropa ya meha Îlonê Tirkiye ye û ewê danîna dorpêçiyan li ser Enqerê gotûbêj bikin.
Demek e aloziyên mezin di pêwendiyên dewletên Yekîtiya Ewropayê û bi taybet Fransa û Tirkiyê de li ser pirsa Lîbya, pirsa koçberan û lêgerîna li gazê li deryaya Sipî derketiye.
S. B