Li Stenbolê semînera bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî û şermezarkirina darvekirina wan, bi beşdariya nûnerên partî û saziyên kurdî û gelek siyasetmedar û rewşenbîran semînerek hat lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), roja 15ê Mijdara 2026an li Stenbolê, li KURD-KAVê semînera bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî û şermezarkirina darvekirina wan hat lidarxistin.

Semîner bi rêzgirtina ji bo Seyîd Riza û hevalên wî, şehîdên Sînemaya Amûdê û hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Endamê Komîteya Rêveber a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun moderatoriya semînerê kir û bi zaravayê kurmancî yê kurdî armanca semînerê anî ziman.

Di semînerê de li ser navê PWKyê Mehmet Gul bi zaravayê kirdkî-zazakî yê kurdî, li ser navê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mansûr Kara û li ser navê Tevgera Vejînê jî Ferhad Kurdistanî bi zaravayê kurmancî yê kurdî axivîn. Herwiha Serokê Giştî yê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara jî li ser navê KURD-KAVê bi tirkî axaftinek kir.

Axaftvanan derbarê komkujiya ku li Dêrsimê hat kirin, siyaseta îmha û înkarê ya dewleta Tirkiyeyê û darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de agahdariyên berfireh dan û bîr û rayên xwe anîn ziman.

Herwiha Endamê Meclisa Partiyê ya PWKyê, helbestvanê kurd Abdulmecîd Kapazan helbestek xwend û nivîskarê kurd Salman Yeşîlgoz jî derbarê komkujiya Dêrsimê de nêrînên xwe anîn ziman.

Gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî semînerê bûn.