Parlementerê Almanî: Çima zimanê Kurdî li ser sepana koronayê tine?
Endamê Parlementoya Almanyayê Cem Ozdemir ji hikûmeta Almanyayê dipirse ku çima li ser sepana koronayê (application) zimanê Kurdî nehatiye zêdekirin.
K24 – Berlîn – Endamê Parlementoya Almanyayê Cem Ozdemir ji hikûmeta Almanyayê dipirse ku çima li ser sepana koronayê (application) zimanê Kurdî nehatiye zêdekirin.
Hikûmeta Almanyayê jî bersiv daye Parlementer Cem Ozdemir ku ji bo zêdekirina zimanê Kurdî, pêwîstiya wan bi 250 hezar euro heye.
Corona App, xizmetguzariyek e ku bi milyonan welatiyên Almanyayê xwe têde tomar kirine û di dema nêzîkbûna li pêketiyên koronayê, welatî ji metirsiya pêketina vîrûsa koronayê têne agahdarkirin.
Di vê sepanê de ji bilî zimanê Almanî, zimanên Îngilîzî, Bulgarî, Tirkî, Rûsî, Polonî û Erebî hene.
Parlementer Cem Ozdemir, Serokê berê yê Partiya Kesk a Almanî ye û bi berevanîkirina Kurd, Ermenî û netewe û ol û mezhebên cuda yên Tirkiyê tê nasîn.