Eşîra Egîdat: Em ji bo her senaryoyek amade ne
Serokê Eşîra Egîdat Îbrahîm Cedan El Hefl diyar dike ku eşîrên Ereb ên li rojhilatê Firatê amade ne ji bo her senaryo û geşedanekê piştî temambûna wextê ku meha borî dabûn Hevpeymaniya Navdewletî.

K24: Navenda Nûçeyan – Serokê Eşîra Egîdat Îbrahîm Cedan El Hefl diyar dike ku eşîrên Ereb ên li rojhilatê Firatê amade ne ji bo her senaryo û geşedanekê piştî temambûna wextê ku meha borî dabûn Hevpeymaniya Navdewletî.
Îbrahîm Cedan El Hefl ji ajansa Sputnik a Rûsî re ragihandiye ku di wan senaryoyan de çend bijarde hene; yek ji wan ew e ku li hemû gundên rojhilatê Dêrezorê xwepêşandan û grevgirtinên aştiyane pêk bînin û ciwanên eşîran neçar bikin ku çekan ji destê xwe biavêjin û ji rêzên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) veqetin.
El Hefl destnîşan kiriye ku nûnerên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkirdetiya Amerîkayê, bi komîteya lipeyçûnê ketine peywendiyê, ku nûnertiya eşîra Egîdat û çend eşîrên Ereb ên li rojhilatê Dêrezorê dike, lê ti hevdîtinên rasterast di navbera wan de çênebûye.
Serokê Eşîra Egîdat tekez kiriye ku nêzîkî 20 serbaz û efserên Erebistana Siûdî li binkeya Amerîkî ya li kêlgeha "El Umr" a petrolê hene, ku dikeve sînorê devera eşîra Egîdat. Herwiha red kiriye ku peywendiyek di navbera eşîra Egîdat û serbazên Erebistanê çêbûbe û diyar dike ku heta niha jî erkên wan serbaz û efserên Siûdî nayên zanîn.
Îbrahîm Cedan El Hefl gotiye ku "kêşeya eşîran li herêmê ligel Hevpeymaniya Navdewletî ye, berpirsyariya ewlehî û terorkirina kesan û dizîna petrol û çavkaniyên bin erdê li gundên Dêrezor û Hesekê" xistiye stûyê Hevpeymaniya Navdewletî.
Li ser kuştina Şêx Muteşer El Hefl ku Îbrahîm Cedan El Hefl jî ligel wî birîndar bû, dibêje; kuştina wî karekî rêkxistî bû û mebesta wê jî lawazkirina eşîrên Ereb bûye.