YE: Eger Tirkiye dest ji kiryarên xwe bernede em amade ne sizayan bisepînin

Heft welatên Ewropayê yên li qeraxa Deryaya Spî ragihandin ku eger Tirkiyê dest ji kiryarên xwe yên yekalî yên li herêmê bernede, ew amade ne ku sizayan bi ser wê de bisepînin.

K24: Navenda Nûçeyan – Heft welatên Ewropayê yên li qeraxa Deryaya Spî piştî lûtkeya li ser mijara rojhilatê Deryaya Spî ragihandin ku eger Tirkiyê dest ji kiryarên xwe yên yekalî yên li herêmê bernede, ew amade ne ku sizayan bi ser wê de bisepînin.

Welatên Ewropayê yên endamên Komeleya Med7 roja pêncşemê li girava Korsika ya Fransayê civînek pêk anîn û piştî civînê bi daxuyaniyekê ragihandin ku piştevaniya Qibris û Yewnanistanê dikin "li hember destdirêjiyên Tirkiyê yên bi ser serwerî û mafên serweriya van her du welatan".

Lûtkeya Med7 ji welatên Deryaya Spî daxwaz kir ku rêz li yasayên navdewletî bigrin, bi taybetî yasaya deryaya navdewletî û ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya gotûbêj û danûstandinan han bidin.

Serkideyên her 7 welatan pêşwaziya hewldanên Yekîtiya Ewropayê û Almanyayê kir ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Yewnanistan û Tirkiyê li ser mijara deverên deryayî.

Herwiha serkirdeyên welatên li qeraxa Deryaya Spî li ser "guhnedana Tirkiyê bi bangewaziyên Yekîtiya Ewropayê ji bo bidawîkirina çalakiyên xwe yên yekalî û neyasayî yên li rojhilatê Deryaya Spî û li Deryaya Egeyê" nîgeraniya xwe nîşan dan.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Em rijdbûna xwe li ser wê yekê car din tînin ziman ku bikaranîna hemû amûran ji bo bersivdana aloziyên zêdeker ên Tirkiyê, li ber Yekîtiya Ewropayê desteber e û me li ser bilez amadekirina lîsteyeke din a sizayan, li hev kir.”