Serbazê ku bi dehan Kurd ji DAIŞê rizgar kirin, hat xelatkirin
Madelyaya rûmetê ji serbazekî Amerîkî re hat dayîn ku di sala 2015an de di rizgarkirina bi dehan dîlên Kurd ên di destê DAIŞê de rolekê lîstiye.
K24 – Navenda Nûçeyan: Madelyaya rûmetê ji serbazekî Amerîkî re hat dayîn ku di sala 2015an de di rizgarkirina bi dehan dîlên Kurd ên di destê DAIŞê de rolekê lîstiye, ku hindik mabû ji aliyê çekdarên DAIŞê ve werin şehîdkirin.
Thomas Paîne ji bo rizgarkirina bi dehan dîlên Kurd ên di destê DAIŞê de serkirdetiya tîmekê kir, ku li Hewîce di nav du avahiyan de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn desteserkirin.
Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Thomas Paine û tîma wî rûbirûyî destdirêjiya gulleyên çekdaran û xwekujiya DAIŞê bûne û karîne 38 dîlên li avahiyekê rizgar bikin.
Piştî çend xulekan peyamek ji wan re gihiştiye ku endamên din ên tîma wan li avahiya din rûbirûyî şerekî dijwar bûne, di navbera 10 – 20 serbazên Amerîkî ku Thomas Paine yek ji wan bûye, berê xwe dane wê avahiyên, lê di wê demê de agir bi avahiyê ketiye.
Li gor Koşka Spî, tîm çûye ser avahiyê û bi gulleyan rûbirûyî çekdar û xwekujên DAIŞê bûne, piştî ku ketine nav avahiyê, komandoyên Amerîkî û Kurd bi hevbeşî ketine avahiyê, tevî ku agir zêde bûye, Paine du carên din ketiye nav avahiyê, da ku bizane ti dîlekî din li wir maye an na.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di merasîma madelyaya rûmetê de diyar kir: “Paine, bi ti awayî ew der terk nekir, giring nebû kê ferman daye. Wî ew der terk nekir. Kesê herî dawî bû ku ji avahiyê derket. Ev jî yek ji operasyonên herî mezin û wêrek ên rizgarkirinê bû di dîroka Amerîkayê de.”
Merasîm duh di 11ê Îlonê de li Koşka Spî hat sazkirin. Trump dibêje; ji ber ku piştî teqîna 11ê Îlonê Thomas Paine biryar daye bibe serbaz, ev roj ji bo merasîma xelatê hatiye destnîşankirin.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)