Li Sûriyê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Sûriyê pêketina 60 kesan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan: Li Sûriyê pêketina 60 kesan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.

Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand ku 60 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezaretê eşkere kiriye, 17 pêketiyên Koronayê jî baş bûne

Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 3 hezar û 476 kesan, ji wan 812 kes baş bûne û 150 kesan jî canê xwe ji dest dane.

S. B