Medyakarekî DAIŞê li Kerkûkê hate desteserkirin
Li Kerkûkê endamekî DAIŞê hate desteserkirin ku medyakarekî ajansa “Amaq” a DAIŞê bû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hewalgîriya Iraqê ragihand, li sînorê parêzgeha Kerkûkê, endamekî DAIŞê hate desteserkirin ku medyakarê ajansa “Amaq” a DAIŞê bû.
Hewalgîriya Iraqê diyar kir, ew kesê hatiye girtin, di nava DAIŞê de wek ragihandkar li Kerkûkê kar kiriye.
Aşkere kir jî, di lêpirsînên destpêkî de, ew li wê yekê mikur hatiye ku endamekî DAIŞê ye û karê berhemanîna vîdyoyên taybet ên kiryarên teroristî dikir û piştre ji ajansa “Amaq” re dişand.
Amaje bi wê jî da, dayika wî û 2 kesên din ji malbata wî di nava rêzên DAIŞê de bûn û ji ber nakokiyên darayî, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin.
S. B