Li Hewlêrê dest bi ser 1500 demançe de hate girtin
Li Hewlêrê 1500 demançe li malekê de hatin desteserkirin. Demançe turkî ne û bi perçe perçe bi qaçaxî derbasî Hewlêrê bûne û di malekê de hatin komkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Hewlêrê 1500 demançe li malekê de hatin desteserkirin. Demançe turkî ne û bi perçe perçe bi qaçaxî derbasî Hewlêrê bûne û di malekê de hatin komkirin.
Peyamnêra K24ê li Hewlêrê da zanîn, li nava malekê li taxa Hewlêrê Nû, hêzên ewlehiyê dest danî ser 1500 demançe ku di nava kelûpelên malê de hatine veşartin.
Di wê derbarê de, efserê ji Rêveberiya Giştî ya Asayişê Mulazim Reşwan Azad ji K24ê re got: “Spasî ji welatiyan re ku destpêkê zanyarî dan. Piştre bi hevahengiya hêzên ewlehiy me karî dest bi ser çekan de bigirin û xwediyên wan jî desteser bikin.”
Mulazim Reşwan Azad got: Ev demançe bi perçe perçe bi qaçaxî derbasî Hewlêrê bûne û di malekê de hatin komkirin.”
Wî efserê asayişê got: “Ev cure demançe gelek bi tirs in, ji ber ku nirxê wê erzan e û pêştir jî kesin hatibûn desteserkirin ku bi wê cure demançeyê kes kuştibûn.”
Li gor zanyariyên K24ê, ev cure demançe turkî ye û di nava xelkê de bi demançeya “Heşda Şeibî” tê naskirin. Nirxê wê li hember cureyên din erzan e ku di navbera 120 ta 135 Dolaran de ye.
S. B