Amerîka: Yasaya Sîzer ji bo piştevaniya çareseriya siyasî li Sûriyê ye

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka radigihîne, yasaya Sîzer riyek e ji bo piştevaniya çareseriya siyasî û bidawîkirina krîza Sûriyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka radigihîne, yasaya Sîzer riyek e ji bo piştevaniya çareseriya siyasî û bidawîkirina krîza Sûriyê.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joel Rayburn di girtevîdyoyekê de ku li twittera xwe belav kir, tê de got, ewê bi berdewamî fişaran bixin ser rêjîma Sûriyê, heta razî bibe çareseriya siyasî li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) bi cih bibe.

Got jî: Yasaya Sîzer riyek ji bo bidawîkirina şer û pêşxistina proseya siyasî li Sûriyê. Diyar kir jî, li gor wê yasayê, divê rêjîm êrîşên li ser dibistan û nexweşxaneyan rawestîne û divê girtiyan jî berde.

Yasaya Sîzer, projeyeke sizyên Amerîkî ye, ji roja 17ê Hezîrana bûrî ve ketiye warê bicihkirinê. Di çarçova wê yasayê de, sizayên tund li ser karta aborî ya Sûriyê, li ser desthilata Serokê Sûriyê Beşar Esed û hemû aliyên navxweyî û derveyî yên piştevaniya serbazî yên rêjîmê dikin, tên sepandin.

Sîzer, navê wênegirekî berê yê Polîsa Serbazî yê Sûriyê bû, di sala 2013an de ji rêjîma Sûriyê cuda bû û 55 hezar wêneyên ku binpêkirin û hovîtiya rêjîmê di zîndanan de dike diyar gihand medyaya cîhanî.