Mesrûr Barzanî û Plasschaert rewşa Iraq û navçeyê guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de guftûgo derbarê dawî pêşhatên Iraqê û pêwendiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi berdewamiya guftûgoyên di navbera Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta federalî de kir. Tekezî li çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkan kir li ser binemaya destûrê, di çarçoveya parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û berçavgirtina berjewendiyên welatiyên Iraqê.

Mîkanîzma encamdana hilbijartinên bê yên Iraqê û xweşkirina zemînê ji bo vegera koçberên li Herêma Kurdistanê dimînin bo cihên xwe, tewereke din a guftûgoyan bû.