Wezareta Pêşmerge bi rêya 7 lijneyan çaksaziyên xwe pêk tîne

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ragihand; çaksaziyên Wezareta Pêşmerge berdewam in û got: “Heta niha DAIŞ bi dawî nebûye û gefên wê berdewam in.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ragihand; çaksaziyên Wezareta Pêşmerge berdewam in û got: “Heta niha DAIŞ bi dawî nebûye û gefên wê berdewam in.” Şoriş Îsmaîl herwiha eşkere kir: “Pêwîstiyeke mezin a Pêşmerge bi hevkariyên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî heye.”

Piştî gihiştina karwaneke hevkariya serbazî ya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge, Şoriş Îsmaîl civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand: “Hevpeymaniya Navdewletî di hevkarîkirina hêzên Pêşmerge û rûbirûbûna paşmayiyên DAIŞê de berdewam in, di vê çarçoveyê de jî îro Amerîkayê hevkariya serbazî gihande hêzên Pêşmerge.”

Şoriş Îsmaîl diyar kir: “Pêşmerge ligel Hevpeymaniya Navdewletî di têkbirina heybeta DAIŞê de roleke mezin lîst.” Herwiha destnîşan kir: “DAIŞ hê jî bi dawî nebûye û heta niha jî li ser herêmê metirsî ye, bi taybetî li sînorê parêzgehên Mûsil, Kerkûk û Diyaleyê.”

Wezîrê Pêşmerge da zanîn: “Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê pêwîstiya wan a mezin bi berdewamiya hevkarî û hemahengiya Hevpeymaniya Navdewletî heye, bi taybetî jî hêzên Amerîkayê.”

Li ser cîbicîkirina yasaya çaksaziyê jî eşkere kir: “Ji bo vê mebestê me 7 lijne li wezaretê pêk anîne û çaksazî pêngaveke giring e da ku hevpeymanên me di hevkarîkirina me de berdewam bibin.”

Derbarê hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de jî Şoriş Îsmaîl diyar kir: “Me gelek hewl da ji bo ku em peywendiyên xwe ligel Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bihêz bikin.” Herwiha got: “Em hêvî dikin ku plan û bernameyeke me ya hevbeş ligel Wezareta Berevaniyê ya Iraqê hebe, da ku em li dijî DAIŞê pêvajoyeke hevbeş encam bidin.”

Şoriş Îsmaîl eşkere dike: “Baweriyeke mezin di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de çêbûye.”

 

Fly Erbil Advertisment