Seîd Veroj lêkolînek li ser rêxistina Hêvî û kovara Rojî Kurd çap kir

Nivîskar Seîd Veroj xebata xwe ya li ser kovara Rojî Kurd û Cemiyeta Hêvî çap kir.

 

Diyarbekir (K24) – Nivîskarê Lêkolîner Seîd Veroj, xebata xwe ya li ser kovara Rojî Kurd ku ji aliyê yekemîn rêxistina ciwanên Kurd, Cemiyeta Hêvî ya xwendekarên Kurd ve hatiye weşandin, duyemîn car û temamkirî çap kir. Veroj balê dikşîne ku ji ber nebûyîna dewleta Kurd, paşxane û arşîva Kurdan jî qels maye û xebatên lêkolînê jî gelek zehmetî û derfetan dixwazin. Lê dildarên nasname, çand û kelepora Kurdî, hewla berhevanîna bîra Kurdî bi berdewam didin.

Lêkolîner Seîd Veroj, Xebateke nû ya li ser Cemiyeta Hêvî ya Telebeyên Kurd û Kovara ku weşandine, Rojî Kurd, ji bo baldar û xwînerên Kurd çap kiriye. Seîd Verroj yekem car 3 jimarên Rojî Kurd di sala 2002’an de diweşîne. Lê piştî ku hêjmara dawî jî bidest xistiye, lêkolînên xwe yên li ser rêxistina Hêvî û 4 jimareyên kovara Rojî Kurd, bi pêşgotin, ravekirin û wergera Kurdî jinûve çap kiriye.

Seîd Veroj tîne ziman ku lêkolînên Kurdî, li gel dewlemendiya dîrok, çand û erdnîgariya Kurdî gelekî qels mayîne û balê dikşîne ku ji ber dewleta Kurd nîn e jî, arşîvên Kurdî jî di arşîvên dewletên cida de ne û gihiştin û têgihiştina wan gelek zehmetî û derfet dixwaze. Veroj dîsa bale dikşîne ku bîra miletekî ji bo îro û siberoja wî miletî girîng e û em dibinin ku ew mijarên di Rojî Kurd de tên gengeşî kirin, îro jî bi gelek aliyên xwe bi heman awayî ne.

Lêkolîner Seîd Veroj ji K24ê re got: ”Dema ku em behsa Rojî Kurd bikin, behsa Cemiyeta Hêvî nekin, kêmasiyekî ye. Loma jî di yekemîn çapa me ya Rojî Kurd de, kêmasî mabû û dile min nerihet bû. Lê min di vê pêvajoyê de derfet dît ku li ser Cemiyeta Hêvî, cemiyeta xwendekarên Kurd ku yekemîn cemiyet e, bi navê xwe yê orjînal Cemiyeta Hêvî ya Telebeyên Kurd xebatekî, lêkolînek kir. Soraniya wî me car din li Hewlêrê bi hevkariya birêz Nasir Huseyîn nûjen kir, Kurmanciya wî me sererast kir, her wisa Tirkiya Osmanî jî me dîsa ber çav de derbas kir. Bi vî awayî me ew çapa berfirehkiriya nû amade kir.”

Xelîl Xeyalî, Qedrî Cemîlpaşa, Fûat Temo, Zekî Efendî û Memdûh Selîm, di sala 1912’an de li Stembolê cemiyeta Hêvî ya Telebeyên Kurd damezrandine û di 1913’an de jî 4 hêjmarên Rojî Kurd weşandine.

Seîd Veroj, radigihîne ku dema mirov teqrîben 100-110 berê li Rojî Kurd dinihêre, diibîne ku di wê serdema ku bîr û hêstên neteweyî şînbûbûn û netwedewlet dihatin damezrandin de, gengeşiya neteweperî û umetperwerî, osmanî perwerî hebûye û piştî sed salan zêdetir jî hêj Kurd di nav wan gengeşiya da ne û li ser netewebûnê û netewedewleta xwe gengeşiyan dikin.

Lêkolîner Seîd Veroj dibêje: “Ev dema modern ya ku em tê de ne, pêvajoya temambûna neteweyî, bi avabûyîna dewleta neteweyî digihije qonaxa herî bilind. Lê Kurd ev ji 100 salî zêdetir e, li her çar aliyên Kuristanê, gelek têkoşîn dane, lê mixabin ew têkoşîna berfireh hêj jî bi çêbûna dewleteke neteweyî ya Kurd negihiştiye encam. Ji ber vê yeke heta ku dewleteke neteweyî ya Kurd çênebe, netewetiya Kurd, dê her tim mijara gengeşiya çapamenî, nivîs û nivîskarên Kurd be û yên ji derveyî Kurdan be jî. “

Niviskarê lêkolîner Seîd Veroj heta niha damezrenêrî û edîtooriya 2 kovarên Kurdî War û Bîr’ê kiriye, dîsa  desteya pirtûkên zarokan (ji 6 pirtûkan pêkhatî) û 14 jî berhemên lêkolînê ku li ser dîrok, berhem û kesayetên Kurd kiriye hatine weşandin.