4emîn Lûtkeya Aborî ya Kurdistan-Iraq û Tirkiyê lidar dikeve
Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî radigihîne, deriyên Herêma Kurdistanê li pêş weberhênerên bakurê Kurdistanê û her cihekî din vekirî ne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Mêrsînê 4emîn Lûtkeya Aborî ya Karsazên Kurdistan-Iraq û Tirkiyeyê lidar dikeve. Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî radigihîne, deriyên Herêma Kurdistanê li pêş weberhênerên bakurê Kurdistanê û her cihekî din vekirî ne.
Peyamnêrê K24ê Hesen kosen li Mêrsînê diyar kir, Lûtkeya Aborî ya Karsazên Kurdistan-Iraq û Tirkiyeyê îro li bajarê Mêrsînê dê dest bi karên xwe bike û dê 4 rojan berdewam bike.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter li Lûtkeya Aboriyê ji K24ê re ragihand, di lûtkeyê de karsaz û bazirganên Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê beşdar in. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê asankariyên zêde bikin, ta ku pêwendiyên aboriyê di navbera her du welatan zêdetir geş bibin. Herwiha asankariyên zêdetir ji bo werberhêner û bazirganan bikin, ji bo bibe egera geşekirina rewşa aborî û pêşvebirina pîşesaziyê li Herêma Kurdistanê.
Parêzgarê Duhokê diyar kir, belavbûna vîrûsa Koronayê, bandoreke nerênî li rewşa bazirganiyê li hemû cîhanê û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kiriye. Lê ji mehekê ve tevgera bazirganiyê di navbera her du welatan de careke din destpê kiriye. Em bi hêvî ne her bazirgan û webirhênerek bêne Herêma Kurdistanê û bi hev re kar bikin.
Herwiha got: “Di çarçoveya yasayên Herêma Kurdistanê de derî li pêş her weberhêner û karsazekî bakurê Kurdistanê û her cihekî din vekirî ne û asankariyan jî jê re dikin.
Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, di lûtkeyê de karsazên ji Tirkiye, bakurê Kurdistanê, Iraq û Herêma Kurdistanê beşdar in û dê di hevdîtinan de, derfetên kar û pêşvebirina rewşa aborî di navbera her du welatan gengeşe bikin.
Diyar kir jî, di sala 2013an de ku qebareya bazirganiyê di navbera her du welatan de di sala 2013an de 11 milyar Dolar, di sala 2018an de 13 milyar Dolar, sala 2019an de 16 milyar Dolar hatiye kirin û armanca ew e ku qebareya bazirganiyê di navbera her du welatan de bigihe 20 milyar Dolaran.
komeleya karsaz û pîşesazên Tirkiye û Iraqê ku di sala 2012an de hatiye avakirin, heta niha 3ê lûtkeyên aborî yên karsazan girê dane. Ji bo asankariyan û pêşvebirina qebareya bazirganiyê hevdîtin kirine.