Li Herêma Kurdistanê di hefteyekê de 164 kesan canê xwe ji dest dane

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên hefteyekê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên hefteyekê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor amaran, ji 11ê Îlona 2020an heta 17ê Îlona 2020an, 39 hezar û 316 test hatine encamdan û 4 hezar û 537 kes weke hilgirê vîrûsa koronayê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku di nav hefteyekê de 164 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane.

Li ser hejmara nexweşên ku baş bûne, eşkere dike ku di nav hefteyekê de 2 hezar û 937 nexweş baş bûne û ji vê vîrûsê bi temamî rizgar bûne.