Konsolê Brîtanyayê: Em çaverêya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dikin
Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze li ser bingeha destûrê ligel hikûmeta federalî ya Iraqê li hev bikin, Konsulê Brîtanyayê yê li Hewlêrê pêşwazî li vê helwestê kir.
Hewlêr (K24) – Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze li ser bingeha destûr û hevfêmkirineke dualî ligel hikûmeta federalî ya Iraqê li hev bikin, Konsulê Brîtanyayê yê li Hewlêrê pêşwazî li vê helwestê kir.
James Thornton, Konsolê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Şahnişînê Brîtanyayê çaverêya rêkeftina navbera hikûmeta federalî û Herêma Kurdistanê ye.” Û tweeta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê belav kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kiribû: “Ez geşbîn im ku em dikarin ligel hikûmeta federalî bigihin rêkeftineke dawî.”
Mesrûr Barzanî ji roja 10ê Tîrmeha 2019an ku karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê xwendiye, rêkeftina nû ligel Bexdayê li ser bingeha destûrê, kiriye xala sereke ya karnameya kabîneya xwe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî ku dest bi kar kir jî, bi serokatiya şandeke payebilind serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya û pêngavên erênî û baş ji bo rêkeftina dawî hatin avêtin, lê piştre ji ber xwepêşandan û zextên siyasî, Adil Ebdulmehdî dest ji kar kişand û hikûmeta piştî wî jî, bingehên rêkeftinê pêk neanîn.