Hikûmeta Kurdistanê raporta yasaya çaksaziyê dide Parlemanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta taybet bi cibicîkirina yasaya çaksaziyê di dawiya ê mehê de dişîne Parlemana Kurdistanê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta taybet bi cibicîkirina yasaya çaksaziyê di dawiya ê mehê de dişîne Parlemana Kurdistanê.
Raport ji aliyê Komîteya Bilind a Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê ve hatiye amadekirin. Tê de her tiştê hatiye cibicîkirin, bi birge û made hatiye diyarkirin.
Yasaya Çaksaziyê ya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû dariştin û ji aliyê Parlemanê ve hatibû pesendkirin, ji meha Sibata bûrî ve katiye warê cibicîkirinê.
Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûnê di Encûmena Wezîran Ebdulhekîm Xesro ji K24ê re ragihand: “Em bi yasayê pabend in û her birge û madeyeke wê, divê sedî sed werin cibicîkirin.”
Amaje bi wê jî da, hin birgeyên yasayê bi temamî cibicî bûne, hinek ji wan beşek cibicî bûne û hin jî di di warê cibicîkirinê de ne. Ewê hatine cibicîkirin jî, bi amar û hejmarên pêwîst hatine diyarkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê her sê mehan raportekê derbarê cibicîkirina yasaya çaksaziyê dişîne Parlemana Kurdistanê. Ev jî rêkeftineke hikûmetê bi Komîteya Darayî ya Parlemanê re ye ku wek aliyekî sereke çavdêriya proseyê dike.
Endamê Komîteya Yasayî ya Parlemana Kurdistanê Ebdulselam Dolemerî di wê derbarê de dibêje: “Ev rêkeftinek di navbera cenabê Serokê Hikûmetê û Komîteya Darayî ya Parlemanê de ye ku her sê mehan çarekê pêşveçûnên yasaya çaksaziyê, Parleman bi raportekê agahdar bike. Em hemû dizanin ku Serokê Hikûmetê û tîma wî li ser cibicîkirina yasaya çaksaziyê cidî ye, ku yasa ye û wek yasa serederî pê re tê kirin.”