James Jeffrey sardana Hewlêrê dike
Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey piştî sardana bo rojavayê Kurdistanê sardana Hewlêrê dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey piştî sardana xwe bo rojavayê Kurdistanê, sardana Hewlêrê dike.
Jêderekî ji K24ê re ragihand, Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey sibe sardana Hewlêrê dike û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re dicive.
Ji aliyekî din ve, Endamê Komîteya Pêwendiyan a ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, James Jeffrey îro bi serokatiya şandeke serbazî li rojavayê Kurdistanê bû û bi berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) re civiyabû.