Hin alî dixwazin demografiya Şingalê biguhêrin
Hin aliyên siyasî planên cudakirina Şingalê ji Kurdistanê datînin.
Duhok (K24) – Hin aliyên siyasî planên cudakirina Şingalê ji Kurdistanê datînin. Bi riya hin grûp û aliyan û bi piştevaniya hin destên biyanî jî, dest bi guhartina demografiya Şingalê dikin. Lê Şingalî vê yekê bi tundî red dikin.
Cudakirina Şingalê ji Laleşê û guhartina demografiya wê, ji demekê ve plana hin aliyên siyasî ye. Lê belê Şingalî dibêjin, ti aliyek nikare Şingalê ji Laleş û Herêma Kurdistanê cuda bike. Ev plana jehrawî, dê êzdiyan ber bi pêşerojeke nediyar û dabeşkirinê ve bibe. Ji ber wê hin aliyên nehezên êzdiyan li ser wê plane kar dikin. Ev jî bûye cihê nerazîbûna piraniya êzidiyan.
Kesayetiyê êzdî Berekat Seydo ji K24ê re got: “Tik es nikare Şingalê ji Kurdistanê bike. Şingal beşek ji Kurdistanê ye. Daxwaza me ji hikûmeta nevandî heye, bila piştevaniyê li mîlîşyayan nekin û ti aloziyan dirust nekin. Şingal Kurdistanî ye û heta Pêşmerge venegerin Şingalê, Şingal nabe Şingal. Heger ji Tirkiye û Şingalê tên, baweriya Şingaliyan bi wan nîn e.”
Şingal bi kultur û çanda xwe, girêdayî Kurdistanê ye. Hemû caran jî erebên şovenîzm xwastine kirasê ereban li xelkê Şingalê bikin û riya Şingaliyan winda bikin.
Şingaliyê bi navê Silêman Fano dibêje: “Her hewleke cudakirina Şingalê ji Herêma Kurdistanê red dikin. Em dixwazin man û nemana bi Kurdistanê re be.”
Her di wê derbarê de parêzer Sozan Xwedêda tekez dike: “Şingal beşek ji Herêma Kurdistanê ye. Em Şingalê bi beşeke sereke û girîng a Kurdistanê dizanin. Kesên hewla cudakirina Şingalê didin, ew bixwe bi awayekî neyasayî û nerewa li Şingalê bi cih bûne.”
Bi sedan salan e Şingaliyan baca ol û kurdbûna xwe dane û hemû caran jî nehîştine Şingal ji Kurdistanê bê birîn. Herêma Kurdistanê jî Şingal hembêz dike.
DAIŞê di 3. 8. 2014an de dagîr kir, ev jî bû sedemek ku çendîn hêzên biyanî bêne navçeyê. Piştî azadkirina Şingalê û piştre bûyerên 16ê Cotmehê, heta niha hin grûp û hêzên biyanî li Şingalê mane. Bi gotina berpirsên îdareya Şingalê, ew hêz li pêş avedankirina Şingalê û vegera xelkê Şingalê ser mal û milkên xwe dibin astengî.