Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşiyê li Cîgirê Serokê Herêma Kurdistan Şêx Cafer Şêx Mistefa û malbata wî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşiyê li Cîgirê Serokê Herêma Kurdistan Şêx Cafer Şêx Mistefa û malbata wî kir.

Duhî Pirşeng Reşîd Ebdulkerîm, hevjîna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa koça dawiyê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyama serxweşiyê arasteyî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê kir û de got: “Bi mixabinî nûçeya koça dawiyê ya xatûn (Pirşeng Reşîd Ebdulkerîm) bihîst. Pirse û serxweşiyê li we dikim û hêvîdar im xwedêyê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bi we bibexişe.”