Yewnanistan li dijî Tirkiyê li benda serdana Pompeo ye

Hikûmeta Yewnanistanê ragihand ku piştî çend rojan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dê serdana Yewnanistanê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Yewnanistanê ragihand ku piştî çend rojan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dê serdana Yewnanistanê bike. Herwiha eşkere kir; ew li benda wê yekê ne ku di aloziyên navbera Enqere û Atînayê de, Washington piştgiriyeke berçav bide Atînayê.

Berdevkê Hikûmeta Yewnanistanê Stelyo Petsas ji rojnamevanan re ragihand ku welatê wî li benda Amerîkayê ye, da ku di aloziyên wan ên ligel Tirkiyê de, piştgiriya Washingtonê werbigrin.

Stelyo Petsas diyar kir: “Berî her tiştî, em li benda wê yekê ne ku em ji wan gotinên van demên dawî yên Amerîkayê piştrast bin, gelo li ser hemû astan derbarê binpêkirinên Tirkiyê de li rojhilatê Deryaya Spî, dê bi çi cûre piştgiriya helwesta Atînayê bikin.”

Petsas destnîşan kir: “Hejmarek mijarên li ser hevkariyên navbera Yewnanistan û Amerîkayê hene, ku di serdana Pompeo de bo Atînaya paytex û girava Kirît, dê werin gotûbêjkirin.”

Bû çend meh, ji ber ku Tirkiye li rojhilatê Deryaya Spî li gaz û çavkaniyên sirûştî digere, di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de alozî derketine.

Fly Erbil Advertisment