HSDê 81 zarok ji nava rêzên xwe derxistin
HSDê di dema bûrî 81 zarok ji nava rêzên xwe derxistin û vegerandin malên wan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ragihand, HSDê di dema bûrî 81 zarok ji nava rêzên xwe derxistin û vegerandin malên wan.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Netewên Yekgirtî di 29ê Hezîrana 2019an de li Cenêvê, peymanek îmze kir. Li gor rêkeftinê, nabe HSD zarokên di bin 18 saliyê re bike çekdar.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mehbaş ragihand, HSD û Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna bendên wê peymanê, di dema dawî de 30 kur û 51 keçik ji nava rêzên HSDê hatin derxistin û ji bo malên wan hatine vegerandin.
Roja 29 Tebaxa bûrî, Rêveberiya Xweser û HSDê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandibû, wan mîkanîzmek danîye, ji bo welatî, malbat û alî û rêxistinên mirovî bikarin giliyê li dijî her proseyeke biçekkirina zarokan ji aliyê HSDê û hêzên di nava wê de bikin.
El-Mehbaş diyar kir jî, wan 9 nivîsgehên parastina zarokan vekirin, ji bo giliyên malbatên zarokan û rêxistinên fermî tomar bikin. Herwiha ew gilî jî dê ji HSDê re bêne şandin, ji bo lêkolînê li ser bike û çareser bike.