Sûriyê pêketina 44 kesan bi Koronayê ragihand
Li Sûriyê pêketina 44 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê pêketina 44 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.
Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand ku 44 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezaretê eşkere kiriye, 20 pêketiyên Koronayê jî baş bûne
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 3 hezar û 877 kesan, ji wan 983 kes baş bûne û 178 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Pêştir jî Rêxistina Human Rights Watchdi raportekê de ragihand, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.