Xelk bi hêvî ye “Rêkeftina Qamişlo” bê îmezkirin
– Danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) berdewam in.
Qamişlo (K24) – Danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) berdewam in. Herwiha gelek pêşveçûn û encamên baş jî çêbûne ku her du aliyan ta nuha li ser 6 mijaran li hev kirine. Pêşveçûnê ku çêbûne rehetiyekê li cem welatiyên Rojava peyde kiriye ku hêvî dikin diyalog encam bide û rêkeftinek were îmzekirin.
Pisti nezîkî 7 mehan ji hevdîtin û civînan, pêşveçûn di diyaloga ENKS û PYNKê de cêdibin ku her du alî gengeşekirina gelek mijaran bi dawî kirine û li ser Lêvegera Kurdî ya Bilind li hev kirine.
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dide zanîn ku danûstandin bi awayekî baş bireve diçe û tevî ku cudahî di nêrînan de heye, lê encamên erênî hene. Herwiha eskere dike ku etmesfora îmzekirina rêkeftinê peyda dibe û navê rekeftine dê “Rêkeftina Qamişlo” be.
Danûstandinên partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, hêviyek li cem welatiyan peyda kiriye, lê di heman deme de metirsiyek li cem xelkê heye ku ev diyalog negihe serî, nemaze ku ezmûnên partiyan bi diyalogên berê re, ne serkeftîbûn.
Xelkê Qamişlo cavêrêyî rêkeftinekê ne, daxwaz ji aliyên siyasî dikin, nakokiyên xwe ji bîr bikin û vê derfetê ji dest xwe nedin.
ENKS û PYNKê piştî 7 mehan ji diyalogê, li ser 6 mijaran li hev kirin, wek vegera koçberên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê, cawaniya parastina destkeftiyan û nûnertiya kurdan di qadên navdewletî de.
Di qonaxa 3emîn a diyalogê de, mijarên rêveberiyê, serbazî û xwendinê dê werin gengeşekirin. Gereke direj û zehmet ji danûstandinan li pêş her du aliyan heye, ji ber ku cudahî di navbera nerînên her du aliyan de li ser van mijaran gelek in.