Li herêma Qerejdaxê werzê dirûtina birinc dest pê kir
Li quntara Çiyayê Qerejdaxê werzê dirûtina birincî dest pê kir. Îsal li 10 navçeyên Diyarbekirê li ser nêzîkî 14 hezar donim zevî cotkariya birincî hatiye kirin.
Diyarbekir (K24) - Li quntara Çiyayê Qerejdaxê werzê dirûtina birincî dest pê kir. Îsal li 10 navçeyên Diyarbekirê li ser nêzîkî 14 hezar donim zevî cotkariya birincî hatiye kirin. Cotkar çaverê ne ku ji donimê 600-700 kîlo birinc berhem bînin. Daxwaza cotkaran ew e ku birincê Qerejdaxê li bazara Tirkiye û cîhanê jî belav bibe û nirxê wî bê bilindkirin.
Li ser zeviyên di quntara Çiyayê Qerejdaxê de cih digirin werzê dirûtina birincî dest pê kir. Parêzger û rêveberên rêxistinên cotkariyê yên Diyarbekirê beşdarî çalakiya destpkirina werzê nû bûn.
Birincê Qerejdaxê ji aliyê Saziya Patent û Markeyan ve hatiye tomarkirin. Îsal, li 10 navçeyên Diyarbekirê li ser 13 hezar û 727 doniman cotkariya birincî hatiye kirin.
Parêzgerê Diyarbekirê Munîr Karaloglu got; dewlet ji bo piştgiriya cotkarên birincî bo serê donimê 66 lîre piştgiriya mazot û gibreyî dide. Muxtarê gundê Kanîpanîkê yê ser bi navçeya Çinarê ve Mihemed Seîd Gulçer amaje kir ku; îsal berhemanîna birincî baş e û ew hêvî dikin serê donima ku 10-12 kîlo tov lê kirine 600-700 kîlo berhem bîne.
Mihemed Seîd Gulçer eşkere kir: “Maşileh îsal bi giştî berhemanîna birîncî baş e. Cotkarên ku li vê herêmê birinc çandine ji berê îsal kêfxweş in. Em bi ava kaniyan avdaniya birincî dikin. Divê her daîm birinç bê avdan û di nav avê de be.”
Zeviyên quntara Çiyayê Qerejdaxê bikevir in, lê belê cotkaran hin zeviyên xwe ji keviran paqij kirine. Cihên ku bêkevir in bi mekîneyên dirûnê tên dirûn lê zeviyên bi kevir ji aliyê paleyan ve bi dasan tê berhevkirin.
Li gorî daneyên fermî, di sala 2016an de 5 hezar û 500 ton, di sala 2019an de 7 hezar 600 ton birinc hatiye berhemanîn lê îsal tê çaverêkirin ku berhemanîna birincî zêdetir bibe.
Cotkar Maruf Gulçer dibêje: “Em zeviyan bi avê şil dikin, piştî ku şil bû em tov lê direşînin. Em her donimê 12 kîlo tovê birincê lê diçînin. Dema ku baş e, yekê bi çil dide.”
Herwiha cotkar Nusret Komur jî diyar dike: “Lêçûnên cotkariya birincî zêde ye. Dema ku em biharê çandiniyê wî dikin em ji bo 6-7 tonan nêzî 100 hezar lîre lêçûn tê kirin.”
Mihemed Elî Biçak ku ew jî karê cotkariyê dike, dibêje: “Birinca herêma me ji bo bazara derve nayê firotin. Ev birinceke biqalîte ye, lê dema ku welatiyên me têra xwe birinc bikirin bazar dikeve.”
Li herêma Diyarbekirê di meha Nîsanê de tov birincî tê çandin û piştî 5 mehan ango di destpêka payîzê de tê çinîn. Cotkar kîloya birincî bi 7 lîre û nîvan difiroşin lê dibêjin; li gorî lêçûn û zehmetiyan, divê nirxê birincî bê zêdekirin.