PDK û YNK yasaya nû ya hilbijartinan red dikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yasaya niha ya hilbijartinan a Iraqê red dikin.

Hewlêr (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yasaya niha ya hilbijartinan a Iraqê red dikin û dibêjin ku di yasaya niha de kêmasî hene û di wê baweriyê de ne ku bi şêweya niha ya vê yasayê, dê zirarmendê yekem Kurd bibin.

Ji bo vê mebestê, PDK û YNK li ser yekkirina helwesta xwe li ser yasaya hilbijartinan a Iraqê rijd in û gelek civîn encam didin. Herwiha dixwazin aliyên din ên siyasî jî di civînan de beşdar bin.

PDK û YNK diyar dikin ku di yasaya niha de gelek kêmasî hene û Kurd dê zirarmend bibin, loma divê ev yasa were sererastkirin.

Plana PDK û YNKê ew e ku bi hev re nerazîbûna xwe bibin Bexdayê û ligel aliyên din ên siyasî yên Iraqê li ser vê mijarê gotûbêj bikin.

Ev di demekê de ye ku 1ê Hezîrana 2021ê weke roja hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hatiye diyarkirin.