Hêzên Rûsî – Tirkî gereke çavdêriyê li Kobaniyê kir

Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê rojhilatê Kobaniyê kirin.

Kobanî (K24) - Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş  li gundewarê rojhilatê Kobaniyê kirin.

Peyamnêrê K24ê li Kabaniyê da zanîn, Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş  li gundewarê rojhilatê Kobaniyê kirin. Di gerê de otombîlên leşkerî û zirîpoş ên her du aliyan hebûn û helîkopterên Rûsî beşdar bûn.

Diyar kir, gera hevbeş ji gundê Xarîb dest pê kir, di nav gundên Qaramox, Xerbîsan, Bexdik, Xan, Al-Dunya, û Sarzurî re derbas bû.

Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li rojavayê Kurdistanê li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha sala bûrî li bajarê Soçî yê Rûsî tên kirin.

Ev gera çavdêriyê ya hevbeş ya 28an e ku ji aliyê hêzên Rûsî û Tirkî ve li gundewarê Kobaniyê tê kirin.