Washington: Hebûna serbazên Amerîkayê li Iraqê ji bo rûbirûbûna hejmûna Îranê ye

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku hebûna serbazên Amerîkayê li Iraqê ji bo rûbirûbûna terorê û hejmûna Îranê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku hebûna serbazên Amerîkayê li Iraqê ji bo rûbirûbûna terorê û hejmûna Îranê ye.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê David Hale diyar kir; Heşda Şeibî ku Îran piştevaniya wê dike, li ber aramiya asayîşa Iraqê asteng e. Herwiha destnîşan kir ku Amerîka rê nade Îran çeka atomî pêşve bibe.

David Hale eşkere kir ku sizayên Amerîkayê bi ser Îranê de berdewam in heta ku Îran tevger û reftarên xwe biguherîne.

Hale da zanîn: “Hebûna serbazên Amerîkayê li Iraqê ji bo rûbirûbûna teror û hejmûna Îranê ye.”

Di vê çarçoveyê de Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Îranê jî eşkere kir ku piştî temambûna hilbijartinên Amerîkayê, Tehran dê were ser maseya danûstandinan.