Malbat ji asta mamostayên Rêveberiya Xweser ne razî ne
Li Rojavayê Kurdistanê û piştî ku Rêveberiya Xweser minhacê xwe derbasî dibistanan kir, rewşa xwendinê aloz bûye.
Qamişlo (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê û piştî ku Rêveberiya Xweser minhacê xwe derbasî dibistanan kir, rewşa xwendinê aloz bûye û gelek malbat dibêjin, asta mamosteyan ne baş e, loma zarokên wan fêr nabin. Desteya Perwerdê jî vê yekê red dike û dide zanîn ku mamosteyên wan zana ne û salane têne perwerdekirin.
Pisti kirîza Sûriye, rewsa xwendinê li rojavayê Kurdistanê aloz bûye û bi hatina sala nû ya xwendinê re, pirsgireka malbat û sagirtên herêmê nû dibe. Diya Xweşman, dayika 4 zarokan e û her 4 zarokên wê bê xwendin in. Pistî cend salan ji xwendinê di dibistanên Reveberiya Xweser de, diya Xweşman zarokên xwe ji dibistanê derdixe, ji ber ku zarokên wê fêrî ziman, xwendin û nivîsandinê nabin. Sedema vê yekê jî li gorî diya Xweşman, asta mamosteyan ya ne bas e.
Dayika Xweşman dibeje, temenê keca wê 11 sal in, lê îsal ew li cem hikûmeta Sûriye li refa yekemîn e û 5 sal jê re divê taku bigiheje asta hevalên xwe.
Ji sala 2015an ve, Desteya Perwerde û Fêrkirinê minhacê xwe derbasî dibistanên devere kiriye û hemû şagirtên ku ji dibistanên Rêveberiyê derçûne, nikarin li zaningehên hikumetû û ne jî li derveyî Sûriyê bixwinin. Ev yek jî nerazîbûnek li cem malbatan peyda kiriye.
Hevserokê Desteya Perwerdeyê Mihemed Ebdê ji aliye xwe ve dibêje ku wan peymangehek ji bo perwerdekirina mamosteyan ava kirine, her sal mamoste têne berwerdekirin, asta wan bastir dibe û ta niha nezîkî 15 hezar mamoste di pemangehê de perwerde bûne.
Li herema Cizîrê nezîkî 2000 dibistan di bin destê Rêveberiya Xweser de hene, tê de minhacê Rêveberiyê tê bikaranîn û bi tenê li bajarê Qamişlo û Hesekê cend dibistan di çargoşeya ewlehiyî de di destê rejima Sûriyê de ne. Di dibistanên çarkoşeya ewlehiyê de ta roja îro minhacê hikûmete tê bikaranîn, loma gelek malbatên kurd zarokên xwe ji bo van dibistanan dişînin, lê ji ber hejmara mezin ya şagirtan li wam dibistanan, derfeta xwendinê di wan dibistanan de jî bi dest her şagirtî nakeve.