Muelim: Tirkiye tawanên şer li dijî sivîlên Sûriyê dike

Wezîrê Derve yê Sûriyê radigihîne, Tirkiye xwe bi zorê wek sponserekî terorê yê sereke li Sûriyê ferz dike û tawanên şer li dijî sivîlan dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê radigihîne, Tirkiye xwe bi zorê wek sponserekî terorê yê sereke li Sûriyê ferz dike û tawanên şer li dijî sivîlan dike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di gotareke vîdyoyî ji bo civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de ragihand, Tirkiye yek ji sponserên terorê li Sûriyê ye û ava vexwarinê ji ser gelê Sûriyê li Hesekê qut kiriye, ev jî tawaneke şer e.

Muelim got: Tirkiyê rê daye bi hezaran terorist derbasê Sûriyê bibin û piştevaniya temam dide Eniya Nusrayê û rêxistinên din ên teroristî û siyaseta tirkkirinê li ser xaka Sûriyê dimeşîne.

Amaje bi wê da, Tirkiye pabendî derencam û têgihîştinên Astanayê yên derbarê Idlibê nebûye û divê sînorek ji siyasetên wê re were danîn.

Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekî ne rewa derbasî Sûriyê bûye û petrol û samanên gelê Sûriyê talan dike û li rêbendên artêşa Sûriyê jî dide.

Herwiha Muelim got jî: kiriyarên HSDê yên cudaxwaz şermezar dikim ku plangiriyê li ser yekîtiya Sûriyê dike û samanên gelê wê didize. Herwiha hejmarek ji sivîlên li dijî pêngavên wê ne li bakurê rojhilatê Sûriyê binçav kirine û hejmarek ji kesayetiyên herêmê kuştine. Ez ji wan re dibêjim, ligel welatên xwe bin û ji waneyên dîrokê fêr bibin, berî ku dem derbas bibe.

Muelim li ser dorpêçên Amerîka jî got, yasaya Sîzer ji bo dorpêçkirin û sizadana gelê Sûriyê ye û got: “Divê nave wê (Yasaya xeniqandina sivîlên Sûriyê) be.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand piştevaniya welatê xwe ji helwesta Îranê re di rûbirûbûna siyaseta Amerîka de tekez kir û diyar kir, Ameîrka bi hilweşandina rêkeftina atomî, armaniyê li navçeyê têk dide.