Li Sûriyê pêketina 37 kesan bi Koronayê hat ragihandin
Li Sûriyê pêketina 37 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Sûriyê pêketina 37 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.
Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrêm bûrî de 44 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezaretê eşkere kiriye, 20 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û hejmara kesên ji wê nexweşiyê baş bûne gihîştiye 1 hezar û 48 kesan.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 4 hezar û 38 kesan, 188 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Pêştir jî Rêxistina Human Rights Watchdi raportekê de ragihand, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.