Ermenistan: 81 çekdarên mîlîşyayên Sûriyê hatin kuştin
Hikûmeta Ermenistanê kuştina 81 çekdarên mîlîşyayên Sûriyê yên Tirkiye ew tevlî şerê Azerbeycan û Ermenistanê kirine, ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Ermenistanê kuştina 81 çekdarên mîlîşyayên Sûriyê yên Tirkiye ew tevlî şerê Azerbeycan û Ermenistanê kirine, ragihand.
Hikûmeta Ermenistanê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, 81 çekdarên mîlîşyayên Sûriyê yên Tirkiyê ew veguhastina Azerbeycanê û li kêlek artêşa wî welatî êrîşî Karabaxê dikin hatin kuştin.
Diyar kir jî, li gor zanyariyên hewalgiriyê, Tirkiyê nêzîkî 4 hezar çekdarên mîlîşyayên sûrî veguhastina Azerbeycanê û li kêlek artêşa wî welatî şer dikin.
Ev di demekê de ye, Parlemanterê kurd ê di Parlemantoya Ermenistanê de Kinyazê Hemîd duhî ji K24ê re ragihandibû, Tirkiye ji zêdetir ji du mehan ve piştevaniya leşkerî dide Azerbeycanê û ji bilî leşkerên tirk, nêzîkî 4 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê û îslamîst ji Efrînê birine Azerbeycanê."
Ji aliyê xwe Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kiribû, hejmarek ji çekdarên mîlîşyayên Sultan Murad û Silêman Şah (Emşat) yên ser bi Tirkiyê ve, gihîştine Azerbeycanê.