"Firokeya F-16 ya Tirkiyê firokeyeke Su-25 a Ermenistanê xiste xwarê"
Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand; firokeya F-16 ya Tirkiyê, firokeyeke Su-25 a Ermenistanê xiste xwarê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand; firokeya F-16 ya Tirkiyê, firokeyeke Su-25 a Ermenistanê xiste xwarê. Herwiha eşkere kir ku di vê êrîşa Tirkiyê de firokevanê Ermenistanê jî hat kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê, firokeya Tirkiyê ji Balafirgeha Gence ya Azerbaycanê rabûye û firokeyeke Ermenistanê xistiye xwarê.
Herwiha eşkere kir: “Tirkiye bi awayekî rasterast û eşkere destdirêjî li Ermenistanê dike.”
Tirkiye: Me firokeya Ermenistanê nexistiye
Fahrettin Altun, Serokê Gihandinê yê ser bi Serokomariya Tirkiyê, ev îdia red kir û got: “Tirkiye firokeya Ermenistanê nexistiye. Ermenistan li şûna ku serî li van propagandayên erzan bide, bila demildest ji axa ku dagir kiriye derkeve.”
Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê jî îdiaya xistina firokeya Su-25 a Ermenistanê red kir.
Ji roja yekşema borî ve, şerekî giran di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li ser herêma Qerebaxê dest pê kiriye.