Amarên Koronayê li Sûriyê: 46 pêketin û 3 mirin

Li Sûriyê pêketina 46 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê pêketina 46 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.

Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrêm bûrî de 46 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezaretê eşkere kiriye, 14 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û hejmara kesên ji wê nexweşiyê baş bûne gihîştiye 1 hezar û 88 kesan.

Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 4 hezar û 148 kesan, 197 kesan jî canê xwe ji dest dane.