Macron: Siyaseta Tirkiyê li navçeyê metirsîdar e
Serokomarê Fransayê rola Tirkiye di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de metirsîdar dibîne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Fransayê rola Tirkiye di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de metirsîdar dibîne. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê jî radigihîne, Serokê Fransayê axa dagirkirî ya Azerbaycanê nabîne, ev jî tê wateya ku piştevaniya dagîrkeriyê dike.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron rexne li siyaseta Tirkiyeyê derbarê Qerebaxê Çiyayî de digre û dibêje, daxuyaniyên Tirkiyeyê nîşan didin, ew desteserkirina Qerebaxa Çiyayî rewa û rast dibînin.
Da zanîn, daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê nîşan didin ku ew şer dixwazin û ev siyaset ji bo navçeyê metirsîdar e.
Macron got, ji ber krîzê bi Serokwezîrê Ermenistan û Serokomarê Azerbaycanê re axiviye û daxwaza rawestandina şer û pevçûnan kiriye.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, heger Azerbaycan derbarî axa ku ji hêla Ermenistanê ve hatiye dagirkirin gav bavêje û bixwaze li meydanê çareser bike, ew li gel Azerbaycanê ne.
Da xuyakirin, Serokê Fransayê axa dagirkirî ya Azerbaycanê nabîne û piştevaniya Ermenistanê dike ku ew jî tê wateya ku ew piştevaniya dagîrkeriyê dike.