Mîlîşyayên ser bi Îranê ve komkujiyek li Hemayê pêk anî
Çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve komkujiyekê li beyabana Sûriyê dikin û 16 şivanan bi guleyên rasterast dikujin û birîndar dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve komkujiyekê li beyabana Sûriyê dikin û 16 şivanan bi guleyên rasterast dikujin û birîndar dikin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li beyabana Hemayê, dema şivanan pezên xwe diçêrandin, çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve gule li wan reşandin.
Diyar kir jî, di encamê de 9 şivan hatin kuştin û 7 şivan jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran giran e.
Ev ne cara yekem e, çekdarên ser bi Îranê ve şivanan li beyabana Sûriyê armanc digirin. Di 16ê Tebaxa bûrî jî, çekdaran 4 şivan li rojhilatê Reqayê kuştibûn û pezên wan dizîbûn.