Li Diyale berpirsekî çekdarên DAIŞê hat desteserkirin
Dezgeha Dije-Terorê ya Iraqê ragihand ku di encama operasyonekê de berpirsekî rêxistina DAIŞê li sînorê parêzgeha Diyale hat desteserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dije-Terorê ya Iraqê ragihand ku di encama operasyonekê de berpirsekî rêxistina DAIŞê li sînorê parêzgeha Diyale hat desteserkirin.
Dezgeha Dije-Terorê ya Iraqê îro çarşemê 30yê Îlona 2020an bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan duh bi şev li dijî grûpeke çekdarî ya rêxistina DAIŞê dest bi operasyonê kir ku li deverên dûr ên parêzgeha Diyale belav bûne.
Dezgehê eşkere kir ku armanca operasyonê, têkibirina wan cihên xweveşartinê bû ku çekdarên DAIŞê bi mebesta xwerêxistinkirin û amadekariya zivistanê li wan deveran çêkirine.
Herwiha ragihand ku hejmarek şikeft, tunel û amûrên vekirina tunelan, hejmarek depoyên madeyên teqemeniyê hatin bombebarankirin û têkbirin.

