Şaredariya Rezan: Tu niştecihan mexdûr nakin
Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê yaTirkiyeyê biryar da ku hin taxên navçeya Rezan ya Diyarbekirê ji nû ve bên avakirin.
Diyarbekir (K24) – Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê yaTirkiyeyê biryar da ku hin taxên navçeya Rezan ya Diyarbekirê ji nû ve bên avakirin. Li gorî biryarê, dê di destpêkê de avahiyên vala û xirabe werin hilweşandin û li cihê wan xaniyên nû bên avakirin. Rayedarên bajêr dibêjin; dê ti kesî mexdûr nekin.
Li gorî daneyên fermî, serjimêra navçeya navendî ya Rezan ya Diyarbekirê nêzî 400 hezarî ye. Bi vê yekê, ji 30 parêzgehên li Bakur û Tirkiyeyê mezintir e. Piraniya şêniyên vê navçeyê ew in ku ji ber şer û alozyên di salên 1990an de gundewarên xwe bicihiştine. Ji ber derfetên kêm ên aboriyê, li vê navçeyê avahî li ber hev hatine avakirin. Ji bo kolan bên firehkirin û avahiyên nûjen bên avakirin Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ya Tirkiyeyê biryara jinûveavakirina hin taxên navçeyê da. Şaredarê Navçeya Rezan Huseyîn Beyoglu got; projeya nûjenkirinê ji aliyê Serokomar Recep Tayîp Erdogan ve hatiye pesendkirin û dê navçeyê ji niha xweştir bikin. Li gorî gotinên Şaredarî, dê ti niştecih neyên mexdûrkirin û nirxeke ku şêniyan jî keyfxweş bike dê bi xaniyan were dayîn.
Şaredarê Rezanê Huseyîn Beyoglu ji K24ê re got: "Li navçeya Rezanê tu xwediyên avahiyan nayên mexdûrkirin. Dewlet an dê li şûna avahiyê wan pere bide wan an jî dê xanî bide wan an jî dê li şûna xaniyên wan xaniyên nû ji bo wan bêne çêkirin. Wek mînak; nirxê avahiya welatiyekê 50-60 hezar be dê dewlet 2-3 qat zêdetir pere bide wan."
Li gorî ragihandina şaredarê navçeyê, heta niha li navçeyê 250 xaniyên vala û xirabe hatine hilweşandin û xebatên bi vî rengî dê berdewam bin. Îlhamî Altun, ev sê heyam e ku muxtariya taxa Qeynertepe dike û dibêje; ew jî piştgiriya jinûveavakirinê dikin lê belê divê rê li ber mexdûriyeta ti welatiyekê neyê vekirin.
Muxtarê Qeynertepê Îlhamî Altun diyar dike: "Em piştgiriya jinûveavakirinê dikin lê belê divê xwediyên xaniyên neyên mexdûr kirin. Ango ew bigihin heqê xwe. Ji xwe gelek kes hene ku bi 20-30 hezar lîreyî xaniyeke 2-3 odeyî girtiye divê neyên mexdûrkirin. Divê her kes heqê xaniyê xwe bigre. Û divê bi muxtar û xwediyên xaniyan û rûspîyan re hevdîtin bên kirin da ku tu kes mexdûr nebe."
Rezan, navçeya herî mezin ya Diyarbekirê ye. Piraniya niştecihên vê taxê xizan in û di nav zehmetiyan de dikarin debara malbata xwe bikin. Hinek niştecih, ji 40 salan zêdetir e ku li vê navçeyê dijîn. Hilweşandina mal û jinavbirina kuçe û kolanên wan her çiqas li wan giran bê jî ew jî dixwazin ku di xaniyên nû de bijîn û zarokên wan li parkan di nav aramiyê de bin. Piraniya niştecihan jî piştgiriya jinûveavakirinê dikin.
Welatiya Rezan Tugba Suren got: "Em dixwazin xaniyên me xirab bikin û ji bo me xaniyên xweş çêbikin. Bila park û baxçeyên xaniyên nû hebin û zarokên me bi aramî lê bilîzin. Em êdî nikarin li ba cîranên xwe rûnin."
Welatiya Rezan Hewa Aydin dibêje: "Em dixwazin ji vir biçin, li vir bêhna me teng bûtye. Kuçe û kolan teng in û gedeyên me nikarin derkevin derve. Em nikarin li vir bijîn."
Welatiyê Rezan Bekîr Aslan diyar dike: "Ez di salan 1995an de hatim vê derê û heta niha jî li vir im. Heger vê derê ji nû ve ava bikin gelek baş dibe. Ji xwe ev der xirab bûye.Em jî dixwazin xirab bikin."
Li gorî ragihandina rayedarên şaredariyê, piştî hilweşandina xaniyên xirabe, dê bi her şêniyên taxê re hevdîtin bên kirin û nirxê xaniyan wan dê bên destnîşankirin û dûvre dê xebatên jinûvevakirinê dest pê bikin. Şêniyên navçeyê dibêjin, jixwe ew bi koçkirina ji gundewarên xwe mexdûr bûne bila xaniyên wan bên nûjenkirin lê belê bila careke din neyên mexdûrkirin.