28 çekdarên Sûrî di şerê Qerebaxê de hatin kuştin

Di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de, di 2 rojan de 28 çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de, di 2 rojan de 28 çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di 48 demjimêrên bûrî de, 28 çekdarên opozîsyona Sûriyê di şerê Qerebaxê de hatin kuştin û termên wan ji bo Tirkiyê hatin veguhastin.

Ii gor zanyariyên Rewanegehê, 62 çekdarên din ên Sûrî di şerê li Qerebaxê de birîndar û winda ne.

Tirkiye ku di şerê Qerebaxê de piştevaniya Azerbeycanê de dike, hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê tevlî wî şerî kirin. Li gor zanayriyên Rewangehê, heta niha Tikriyê 850 çekdarên Sûrî birine nêzîkî Qerebaxê.

Ji roja yekşema bûrî ve, şer û pevçûn di navbera artêşa Azerbaycan û hêzên Nogorna Qerebaxê yên ser bi Ermenistanê de derketiye.