Ji Trump, Macron û Pûtîn bangaweziya Qerebaxê
Her sê serokan ser xwesteka Rûsyayê daxuyaniyeke hevbeş dan. Gotin, "Em zêdebûna pevçûnên li herêma Qerebaxê şermezar dikin."
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîka (DYE) Donald Trump, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin şerê li herêma Qerebaxê şermezar kirin. Her wiha ji Ermenistan û Azerbaycanê xwestin ku şerî rawestînin.
Her sê serokan ser xwesteka Rûsyayê daxuyaniyeke hevbeş dan. Gotin, "Em zêdebûna pevçûnên li herêma Qerebaxê şermezar dikin."
Her sê serokan ji bo kuştiyên di şerê Qerebaxê de xemgiyina xwe anîn ziman. Sersaxî li malbatan kirin. Ji birîndaran re jî şîfa xwestin.
Di daxuyaniya xwe de wiha tê gotin: "Em bang li şervanan dikin ku tavilê şerî rawestînin (agirbest) û ji rêveberiya Ermenîstan û Azerbaycanê dixwazin bê şert û merc dest bi diyalogê bikin."