Hejarî li rojavayê Kurdistanê zêde dibe
Rewşa aborî jiyana xelkê Rojava zehmetir kiriye, bi awayekî gelek welatî nema dikarin pêdiviyên zarokên xwe bi dest bixin.
Qamişlo (K24) – Rewşa aborî jiyana xelkê Rojava zehmetir kiriye, bi awayekî gelek welatî nema dikarin pêdiviyên zarokên xwe bi dest bixin. Hejmarek ji welatiyan dibêjin ku derftên kar tune ne û hin jî dibêjin kar heye, lê mûçe kêm in û ne li gor buhaya ku çêbûye.
Bandora rewşa aborî li ser jiyana welatiyan bi awayekî xirab zedetir dibe. Barê welatiyan girantir kiriye û nema her kes dikare pêdiviyên rojane bi dest bixin, nemaze ku pistî 2011an, ji 50 ta 70 ji sedî nirxe pêdiviyan zêde bûne.
Piraniya malbatan, tenê kesek ji wan fermanber û bi mûce ye. Ji ber wê piraniya wan malbat nikarin xwe xwedî bikin, ji ber ku mehane pewistiya her malbetekê bi 200 Dolarên Amerîkî heye, lê mûceya herî bilind ê fermanberê Reveberiya Xweser, 100 Dolar e.
Bi avakirina Reveberiya Xweser li Rojavaye Kurdistanê di sala 2014an de, derfetên kar zêdetir bûn, lê hîn jî rejeya bêkariyê di nav ciwanan de bilind e.
Cîgira Desteya Karûbarên Civakî Şeha Xelef dide zanîn ku ji sala 2014an ve û ta roja îro, di riya wan ve 14 hezar kes di sazî û dezgehên Reveberiye de bûne fermanber.
Piştî 10 salan ji kirîza Sûriyê, nirxê Lîreya Sûrî bermaberî Dolarê Amerîkî bilindtirîn ast tomar kir ku niha yek Dolar zêdeyî nezîKî 2280 Lîre tomar dike.
Daketina buhaya Lîreyê ku ji sedî 98 ji buhaya wê kêm bûye, bandoreke mezin li nirxê hemû pêdivî û kelûpelên ku bi Dolar derbasî rojavayê Kurdistanê dibin kiriye û pê re rêjeya hejariyê bilindtir bûye ku li gorî pîyvanên navdewletî ji sedî 86 ji xelkê rojavayê Kurdistanê hejar in.