Peyama Serok Barzanî li ser rêkeftina Şingalê

Serok Mesûd Barzanî li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê ya derbarê mijara asayîkirina rewşa Şingalê de daxuyaniyek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê ya derbarê mijara asayîkirina rewşa Şingalê de daxuyaniyek belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê hengaveke erênî û rêyeke rast e.

Ez destxweşiyê li her du Hikûmetên Federalî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikim ji bo vê rêkeftina ku dê bibe sedema asayîkirina jiyana welatiyên li wan navçeyan û kêmkirina êş û azarên xûşk û birayên Êzidî û vegerandina wê xelkê ku ji ber rewşa çend salên derbasbûyî û êrîşên terorîstan tûşî êş û koçberiyê bibûn.

Ez hêvîdar im ev hengava girîng a her du aliyan destpêkek jî be ji bo çareserkirina hemû kêşe û giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Mesûd Barzanî

09.10.2020