Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftina Şingalê erênî ye

Piştî rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Piştî rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de geşbîniya xwe li hember vê rêkeftinê nîşan da û destxweşî li tîmên danûstankar ên her du aliyan kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Em bi erênî û geşbînî li rêkeftina navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê dinêrin. Em destxweşî li tîmên danûstankar ên her du aliyan bo serxistina gotûbêj û gihiştina rêkeftinê dikin. Ev xebat, encama hestkirina bi berpirsyarî, pêkveyî û karê hevbeş ê aliyên peywendîdar e.

Em spas û pêzanîn û destxweşiyeke taybet pêşkêşî Birêz Serokwezîr Mistefa Kazimî dikin ku roleke diyar û bi bandor û alîkar lîste ji bo serxistina gotûbêjan û gihiştina vê rêkeftinê, herwiha em spasiya piştevanî û beşdariya Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê û xebata gihiştina vê rêkeftinê û hemû aliyan dikin, ku alîkar û hevkar bûn.

Ev rêkeftin di berjewendiya temamê welat de pêngaveke niştimanî ya rast e û dê bibe sedema avakirin û bihêzkirina baweriya navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Em hêvîdar in pêngaveke din ji bo çareserkirina temamê kêşeyên navbera her du aliyan li pey xwe bîne û vegereke serbilîndî û aram û bêkêşe ji bo xwişk û birayên me yên Êzidî û temamê xelkê Şingalê û aramî û avakirina deverê dabîn bike.

Em daxwaz dikin ku pabendiya cîbicîkirina rêkeftinê were pêkanîn, herwiha em ji hevparên me yên navdewletî daxwaz dikin ku ji bo avakirina Şingalê û deverê û vejandina jêrxana wan, alîkar bibin, ku dê bibe mayeya aramî û seqamgîrî û aştiya civakî û kûrkirina pêkvejiyan û lêborîna di navbera pêkhateyan de.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê